• Monday, 16 February 2026
logo

Li Geverê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
Li Geverê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin
Li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrgê leşkerên Tirkiyeyê di sûka bajêr de rastî êrîşê hatin û di encama êrîşê de 3 leşker mirin.

Îro saet dorê 16.00ê li kolana Cengiz Topel kesek an jî hin kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan êriş li 3 leşkerên Tirkiyeyê li dar xistin. Di encama êrîşê de 3 leşkerên Tirkiyeyê birindarbûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Geverê. Her sê leşker li nexweşxaneyê mirin.

Tê gotin her sê leşker ji bo izna heftane derketibûn sûke. Li cihê bûyerê tedbira ewlekariyê hat stand û ji bo girtina êrîşkaran lêkolîn hat destpêkirin.

Rudaw
Top