Bajarokê Zûmarê bi tevahî ket bin kontrola hêzên Pêşmerge
Fermandarê Hêzên Zêrevanî yên Pêşmerge Raîd Nizar ji Rûdawê re ragihand ku, “Hêzên Pêşmerge ji Bendava Mûsilê jî êriş kirin ser çekdarên DAIŞê û karîn gundên Kanî Şêrîna Jor, Kanî Şêrîna Xwarê, Mîfrî û Pira Huknê yên ku dikevin navbera Zûmar û Mûsilê, rizgar bikin.”
Wî fermandarî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge derbasî nav gundê Til Mûs bûn û niha şer berdewam e.”
Vê sibehê Hêzên Pêşmerge ji çend aliyan êriş kirin ser çekdarên DAIŞê li navçeya Zûmarê ku herî dawî bajarokê Zûmarê bi tevahî ket bin kontrola hêzên Pêşmerge.
Rudaw
