• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdistan, Amerîka, Tirkiyê û PYD rêkeftin

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
Kurdistan, Amerîka, Tirkiyê û PYD rêkeftin
Wezareta Pêşmerge aşkere dike ku, Herêma Kurdistanê, Tirkiyê, Amerîka û PYD li ser şandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê, rêkeftine.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawir di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re aşkere kir ku, di destpêka hefteya burî de wan gitûbêj li gel Tirkiyê, Amerîka û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirine, hemû aliyên navburî jî li ser şandina Hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê rêkeftine.

Cebar Yawir diyar kir ku, ew hêz amadeya lê Wezareta Pêşmerge, wek nihêniyeke leşkerî, hejmara wan Pêşmergeyan û erk û karên, herwiha çawaniya çûyîna wan bo Kobanê aşkere nake.

Piştî ku Amerîka bi rêya balafirên xwe barek ji alîkariyên leşkerî û bizîşkî, yên ku Herêma Kurdistanê pêşkêş kiribûn, gihandin şervanên Kurd li bajarê Kobanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek arasteyê Parlementoya Kurdistanê kir ji bo bo şandina Hêzeke Pêşmerge bo Kobanê pesend bike. Parlementoyê jî ew daxawaz Barzanî pesend kir.

Basnews
Top