• Monday, 16 February 2026
logo

Mistura: Kobanê bûye sembola berxwedana netewî

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
Mistura: Kobanê bûye sembola berxwedana netewî

Nunerê taybetî yê Sekerterê NY dibêje Kobanê bûye sembola berxwedana neteweyekî.

Nunerê taybetî yê Sekerterê giştî yê NY Steffan De Mistura di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê, piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê serî li Parlementoya Kurdistanê jî da.

Mistura di vê serdana han de li gel Serokê Parlementoyê û hijmareke din berpirsên Parlementoyê civiya.

Piştî civîna xwe ya li gel Serokê Parlementoyê Mistura di presskonferansekî de behsa jêhatî bûn û mêrxasiya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê di şerî dijî terorîstên DIŞIê de kir û got: Pêşmerge şerek dikin ku netenê şerê wan e belku şerê tevahiya cîhanê ye jiber ku terorîstên DIŞIê bo ser tevahiya cîhanê bûne metirsî.

Mistura di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku li Kobanê jî hêzên Kurdî şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin û niha berxwedana Kobanê bûye sembola neteweyekî li ser astê cîhanê de.

Top