• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge li Zûmarê çekdarên DAIŞê dorpêç kirine (hat nûkirin)

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
 Hêzên Pêşmerge li Zûmarê çekdarên DAIŞê dorpêç kirine (hat nûkirin)
Li devera Zûmarê ya Mûsilê hêzên Pêşmerge dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirine. Peyamnêrê Rûdawl li eniya Zûmarê jî ragihand, 5 gundên wê deverê ketine bin kontrola Pêşmerge.

Çavkaniyekî ji hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge ji îro saet 06:00 re dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirine û derbên giran li wan dane.

Peyamnêrê Rûdawê li eniya Zûmarê Silêman Alîxan jî ragihand, şer û pevçûn didome lê het aniha 5 gundên wê deverê ketine bin kontrola hêzên Pêşmerge. Ew gund jî ev in: Girvir, Cizîre, Botî, Gir Kavir û Sandî Cedîd.

Silêman Alîxan da zanîn ku di şerê îro de 2 pêşmerge ji ber teqîna bombeyan şehîd bûne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku çekdarên DAIŞê hejmareke mezin ji termên xwe li wan gundan li şûna xwe hiştine.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha da zanîn ku Pêşmerge baş pêşde çûne û şer niha di nava Zûmarê de ye, Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve Zûmar dorpêç kirine û tenê riya başûrê Zûmarê ji wan re maye ku tê de birevin.

Silêman Alîxan anî ziman ku niha balafirên şer jî li ser wê deverê difirin û li çeperên DAIŞê didin. Şevê din jî wan balafiran li çeperên DAIŞê dabûn.

Rudaw
Top