Pêşmerge sibê diçe Kobanî (hat nûkirin)
Piştî ku Parlamentoya Kurdistanê roja 22ê Cotmeha îsal daxwaza Serokê Herêm Kurdistanê Mesûd Barzanî ya şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî pesend kir, hat zanîn ku ew hêz dê roja 26ê Cotmeha îsal û bi rêya Tirkiyeyê re here Kobanî.
Fermandeyekî pêşmerge ji hêza Piştevaniyê ya Yekem bi navê Eqîd Remezan ji Rûdawê re behsa çûyîna wê hêza Pêşmerge bo Kobanî kir û got, ji bo her hêzeke peya hêzeke piştevaniyê lazim e. dujminên me çekên giran bikar tînin ji ber wê divê hem jî çekên giran bikar bînin. Ew hêz dê pêşveçûna şervanên kurd li Kobanî bileztir bike.
Jêderekî taybet jî ji Rûdawê re got, dê ji hêzên piştevaniyê yên Yekem û Duyem 150 pêşmerge herin Kobanî. Ew hêz dê bi xwe re çekên giran jî bibin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ji wan pêşmergeyan re hatiye gotin ku xwe hazir bikin û ji çûyînê re amade bin. Ji bo derbasbûnê jî pasport pêwîst nake tenê nasnameya leşkerî divêt.
Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, tê payîn piştî wê hêza pêşmerge, 1000 pêşmergeyên din jî derbasî Kobanî bibin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, ew pêşmerge sê roj berê serdana malbatên xwe kiribûn îro jî vegeriyane navendên xwe. Piştî wergirtina pêdiviyên xwe dê sibê herin Bakurê Kurdistanê û ji wir jî ber bi bajarê Kobanî ve bikevin rê.
Fermandeyê hêza Pêşmerge ya Kobanî Ehmê Gerdî, ji Rûdawê re got ku ew hatine agahdarkirin ku xwe hazir bikin û da zanîn, ew hêza ku dê here Kobanî dê bibe du beşan: hêza piştevaniya yekem û hêza piştevaniya duyem her wiha dê çekên giran xwe jî bi xwe re bibin.
Fermande Ehmê Gerdî diyar kir ku ew hêz girêdayî Wezareta Pêşmerge ne ku hêza yekem ji pêşmergeyên PDKê û ya duyen jî ji pêşmergeyên YNKê pêk tê.
Rudaw
