• Monday, 16 February 2026
logo

Muslim: Kurdistanê got hun çend Pêşmerge bixwazin em dê rêkin

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
Muslim: Kurdistanê got hun çend Pêşmerge bixwazin em dê rêkin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim beşdarî bernameya CNNTURK bû û behsa peywendiyên xwe ligel Tirkiyê, çûna Hêza Pêşmerge bo Kobanê û hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên Başûrê Kurdistanê kir. Muslim got: “Em diçin Enqerê li gel berpirsên Tirkiyê hevditinan dikin lê dema em vedigerin ji mere dibêjin terorîst.”

Muslim beşdarî bernameya zindî bû û nerînen xwe li ser pêşhatên niha û reşa Kobanê anîn ziman. Li ser nerîna Serokkomarê Tirkiyê ku dibêje “PKK û PYD yek tişte” Muslim got: ‘‘Em tên li Stenbolê ligel berpirsên mezin ên Tirkiyê hevdîtinan dikin û piştî em diçin ji me re dibejin terörist. Yên herî zêde li dijî DAÎŞ’ê şer dikin em in. Bila helwêsta xwe zelal bikin. Bi rastî eger dixwazin li dijî DAÎŞ’ê şer bikin, wê demê divê piştgirya me bikin. Diyar e li Sûriyê Kurd dibin xwedî maf û ew jî ji vê aciz dibin”

Li ser çûna Hêza Pêşmerge bo Kobanê jî Muslim wiha axifî: “ Du roj berî niha ez li Başûrê Kurdistanê bûm. Ligel berpirsan me hevdîtin kirin. Wek siyasî ti pirsgirêkên me nînin. Li ser çûna Pêşmerge em axifîn û me qebûl kiriye ku Pêşmerge biçin Kobanê. Niha meseleyên teknîkî tên gûtûbêj kirin. Fermandayên Pêşmergeyan û YPG’ê civînan dikin, çend Pêşmerge, kîjan çek û ew e kengî derbas bibin, biryar li ser vêna dê were dayîn. Em hêvî dikin di demeke nêzîk de li hev bikin.”

Li ser pirsa pêşkeşkarê bernameyê ku we daxwaza çend Pêşmergeyan kiriye Muslim got : “Di mesela hejmarê de rayedarên Kurdsitanê gotin hun çend Pêşmerge bixwazin em dê bişînin. Lê şervanên YPG’ê yên Kobanê têra xwe hene. Ya girîng hatina Pêşmergeyana ji ber ku, li ser mijarên, cebilxane, çek hinek meselen leşkeri pispor in. YPG’ê dê biryarê bide ka bê çend Pêşmerge biçin Kobanê. Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye û ev rêkeftinên han bi rêya wî tên kirin.”

Serokkomarê Tirkiye gotibû ku dê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê jî biçin Kobanê, lê Muslim evna red kir û got: “Na tiştekî wiha nîne. Ji xwe Artêşa Azad li Kobanê mil bi milê YPG’ê şer dike. Di navbera Artêşa Azad û YPG’ê de hinek hevdîtin hatin kirin. Êdî em dê gotûbêj bikin û biryarê dibin. Hinek grub dikarin ligel YPG’ê lihev bikin û werin, lê bê rêkeftin çênabe. Niha Kobanê hatiye dorpêç kirin û eger li cîhekî din eniyekê vekin, dê êrişên li ser Kobanê kêm bibin.’‘

Basnews
Top