• Monday, 16 February 2026
logo

Li Mûsilê balafirên hevpeymaniyê li DAIŞê dan

Gulan Media October 25, 2014 Nûçe
 Li Mûsilê balafirên hevpeymaniyê li DAIŞê dan
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî şevê din 3 operasyonên asmanî li dijî çeperên DAIŞê li bakurê Mûsilê pêk anîn.

Xelkê deverê ji Rûdawê re ragihandin ku, di 3 operasyonan de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî herî kêm li 16 çeperên DAIŞê li nêzîkî navçeya dibistanan a bakurê Mûsilê dan.”

Wan çevkaniyan dan zanîn ku, wan operasyonan ziyaneke mezin gehandin çekadarên DAIŞê.

Tê zanîn nava Mûsilê û derdora wê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye û ev demeke ku balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li çeperên wan didin.

Rudaw
Top