Li Mûsilê balafirên hevpeymaniyê li DAIŞê dan
Xelkê deverê ji Rûdawê re ragihandin ku, di 3 operasyonan de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî herî kêm li 16 çeperên DAIŞê li nêzîkî navçeya dibistanan a bakurê Mûsilê dan.”
Wan çevkaniyan dan zanîn ku, wan operasyonan ziyaneke mezin gehandin çekadarên DAIŞê.
Tê zanîn nava Mûsilê û derdora wê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye û ev demeke ku balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li çeperên wan didin.
Rudaw
