• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pirsa Suriyeyê bi siyasî çareser dibe

Gulan Media October 24, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Pirsa Suriyeyê bi siyasî çareser dibe
Li bajarê Hewlêr, duh roja pêncşemiyê 23.10.2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Stefan de Mistura nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekigirtî (NY) bo karûbarên Suriyeyê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de, De Mistura li hember pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bi dest ve hatine kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku ji serhildana sala 199ê û heta nuha li herêma Kurdistanê pêşketinên mezin û dilxweşker bi dest ve hatine. Herwesa sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li milyonek û pêncsed hezar koçber û penaberan kiriye û tekîd kir ku alîkarî û hevakriyên NY û civaka navdewletî bo koçber û penaberan dê berdewam bin.

Rewşa Îraqê û herêmî bi giştî, metirsiya terorê, pêkanîna hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û giringya beşdarîkirina hemû aliyan di hikûmeta nû ya Îraqê de çend mijarên din yên dîdarê bûn. Û di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bona rûbirûbûna terorê siyaset û stratejiyeke giştgîr pêwîst e û divê di warê serbazî û mirovî de zêdet hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin. Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, pirsa Suriyeyê pirseke serbazî nîne û divê bi rêyên siyasî bê çareser kirin daku îstîqrar û aramî li deverê cî bigire.

Serokwezîr sipasiya alîkarî û hevkariya NY û civaka navdewletî bo Kobanî kir û li dor herêma Kurdistanê jî got ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên zêdetir heye û rêxistinên navdewletî û welatên komekbexiş divê zêdetir alîkariya penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene bikin.

Stefan de Mistura got ku, herêma Kurdistanê biwêrane rûbirûyê terorê dibe û bergiriyê û berxwedanê dike ji ber hindê, ew bi paşeroja herêma Kurdistanê geşbîn e û dê bigehe armancên xwe.
Top