Çekdarên Bedir rewşa Xurmatû têk didin
Li ser metirsiya çekdarên Bedir li navçeya Xurmatû Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Kerîm Şikur ji BasNewsê re got: ‘‘Çekdarên Bedir şevê din li ser rêya Xurmatû-Tigrîn teqe li 2 hevwelatiyan kirine û welatiyekî canê xwe ji dest da û yê din jî bi giranî bîrîndar bûye. Ew herdu welatî Ereb in lê li taxa Kurdan rudinin.”
Li gor agahiyên BasNewsê ew kesên ku êrişî welatiyan kirina çekdarên Hêza Bedir in. Roja pênçşemê çekdarên Bedir li nêzîkê dadgeha Xurmatû êrîşî zêrevanên wezîrê berê yê xwendina bilind û lêkolînên zanistî Casim Mehemed Cafer kirin û di encam de du zêrevan birindar bûn.
Li gor heman agahiyên BasNewsê, li Xurmatû du binkeyên Hêza Bedir hene, yek li nêzîkî dadgehê ye û yê din jî li devera leşkerî ye û di van binkeyan de 100 çekdarên hêza Bedir dimînin.
Çekdarên Bedir jî beşdarî şerê Amirlî û Yekince kiribûn li sînorê Xurmatû lê niha bûne çavkaniya têkdana ewlekariya bajarokê Xurmatû û bi taybetî jî di navbera wan û Pêşmerge û Erebên Sunnî de pirsgirêk hene. Hêzen Bedir berî şerê Amirlî bi balefirê hatibûn Kerkûkê û ji wir jî derbasî Xurmatû bûbûn.
Basnews
