• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê êrîşa ser parlamentoya Kanadayê şermezar dike

Gulan Media October 24, 2014 Nûçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê êrîşa ser parlamentoya Kanadayê şermezar dike
Civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa çekdariya bo ser parlamentoya kanadayê şermezar dike hevsozî û hevxemiya xelk û hikûmeta Kurdistanê digel malbatên qurbaniyan û hikûmeta Kanadayê parve dike.

Ev li jêr teksta pirsenameya hikûmeta herêma Kurdistanê:

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi dijwarî ew êrîşa çekdarî ya roja çarşemiyê bo ser parlamentoya Kanadayê ku, ji encamê wê êrîşê serbazek jiyana xwe ji dest da, şermezar dike û hevsozî û hevxemiya hikûmet û xelkê Kurdistanê digel malbatên qurbaniyan û xelk û hikûmeta Kanadayê parve dike.

Di demekê de ku hevpeymaniyeke navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê hatiye pêkanîn û rojane dirbên giran li terorîstan dinin, wan paşve dibin û dişkînin, tiştek çaverêkiriye ku, li her dera cîhana pêşkeftî, li her welatekî endam di wê hevpeymaniyê de bo terorîstan derfet çê bibe, terorîst dê kiryarên xwe yên terorîstî encam bidin, lê belê ev kiryarên wan dê îsrara civaka navdewletî ji bo nehiştin û binbirkirina terorê zêdetir dike û dê pal bide bi şêrane li dijî terorîstan rawestin.

Careke din em hevsozî û hevxemiya xwe digel hikûmet û gelê Kanadaya dost dupat dikin û em hemû bi hev re heta dawiyê dê li dijî terorê biceng in

Civata wezîrê herêma Kurdistanl
23 oktober 2014
Top