Baxçelî:Çûna Pêşmerge bo Kobanê bo Kurdistan`ê ye
Serokê Partiya Netewperest yê Turkiye (MHP) Dewlet Baxçelî rexneyên tund li vekirina sînorên Turkiye girt jibo çûna Hêzên Pêşmerge yên Kurdistan`ê bo bajarê Kobanê û ragihand ku, Armanca ji çûna Pêşmergeyan bo Kobanê, dirustkirina Dewleta Kurdistan`ê ye.
Serokê Partiya Netewperest yê Turkiye (MHP) Dewlet Baxçelî di gotara xwe a heftane li hemberî parlementerên partiya xwe de bi pêwîst zanî ku Turkiye xwe bi rêjîma Esed re mijûl nake û ne agahdarî metirsiyên li ser sînor e.
Serokê Partiya Netewperest yê Turkiye (MHP) Dewlet Baxçelî di gotara xwe de got: Li gor nêrîna wan armanc ji hevakariyên Turkiye û hevkariya esmanî a Emrîka û rêpêdana Turkiye bi çûna Pêşmerge bo Kobanê, ne Kobanê ye ne jî Sûriyê ye, belku armanc damezrandina Dewleta Kurdistanê ye, jiber ku li gor gotina wî Kurdan boriya neftê rakêşane û li ser nexşeya Rojhelata Navîn bi hêz dibin.
Derbarê proseya aştiyê jî Baxçelî rexne li Hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) girt û got:Partiya Karkerên Kurdistan`ê ( PKK) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) çarenivîsa wan hevbeşe, lewra dîrok û hebûna gelê Turkiye li jêr metirsiyê de ye.
Xendan
