Pentagon ji Rûdawê re: Operasyonên me li Kobanî serkeftî bûn
Çend roj berê balafirên Amerîka alîkariyên leşkerî û mirovî yên Başûrê Kurdistanê gihandibûn şervanên kurd li Kobanî lê li gorî dîmenên ku li ser înternetê hatine belavkirin, beşek ji wan alîkariyan ketine destê DAIŞê.
Li ser vê yekê Berdevkê Pentagonê John Kirby di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, dibe ku pakêtek ketibe destê DAIŞê lê ew tenê ji 28 pakêtan pakêtek bû ji ber wê jî em dikarin bêjin operasyona me serkeftî bû.
Peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah ji Berdevkê Pentagonê pirsî, gelo Amerîka nedikarî hêsantir vê yekê bike û bi rêya Tirkiyeyê re wan alîkariyan bişîne Kobanî çimkî Kobanî li ser sînorê Tirkiyeyê ye?
Johon Kirby di bersiva Rûdawê de wiha got: “Ez naxwazim behsa naveroka wan hevdîtinan bikim ku me bi rayedarên tirk re li ser vê yekê kiriye. Lê me beriya niha operasyonên bi vî rengî kiriye û karê me serkeftî bû jî çimkî ev rê, rêyek pir girîng û bilez e ji bo gihandina alîkariyan bo kesên ku di tengaviyê de ne. mînak, me ev yek li çiyayê Şingalê û li bajarokê Amirliyê jî kir. Li Kobanî jî me ev bi vî rengî alîkariya şervanên kurd kir.”
Her çiqas Amerîka bi piştevanîkirina şervanên YPGê li Kobanî şûna lingê li xwe li Tirkiyeyê hejandibe jî lê dîsa Amerîka bergirî li hevpeymanên xwe yên tirk dike û dibêje, Tirkiye dikare di şerê li dijî DAIŞê de rolek girîng bilîze.
Li ser şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî û helwesta Tirkiyeyê li ser vê yekê jî Alîkara Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf, got, rizamendiya tirkan li ser şandina hêzê Pêşmerge yên Kurdistana Iraqê gavekî pir girîng e.
Pentagonê ragihand, rojane 7.5 milyon dolar dibe xercê operasyonên asmanî yên li dijî DAIŞê. Li gorî Pentagonê, ji destpêka operasyonên li dijî DAIŞê ve heta niha 424 milyon dolar hatiye xerckirin.
Rudaw
