NY: Pêwîste Bexda butceya Hewlêrê bide
Duh, 22ê Cotmehê, Nicolay Mladenov di daxuyaniyekê de li ser televîzyona al–Arabiya, balkişande ser nakokî û arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de û bipêwîst zanî ku ew alozî ji navbera her du aliyan rabe.
Derbarê butce û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê, ya ku ji meha Sibata burî ve bi biryareke kesî ya Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî hatibûn birîn û heta niha jî ew mûçe û butce nehatine şandin, Nicolay Mladenov got: “Pêwîste di zûtirîn dem de Bexda butceya Kurdistanê xeriç bike, heta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê mûçeya xwe werbigrin.”
Derbarê çawaniya çareserkirina arîşeya butceyêm Mladenov diyar kir ku, pêwîste wezîrê darayî yê Iraqê ligel Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî bicive û çareseriyekê ji wê pirsê re bibînin.”
Derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de, Nûnerê Taybet yê Sekreterê Gitştî yê NY li Iraqê wiha axifî: “Derfeta ku niha heye, derfetek zêrîne ku ketiye dest Ebadî de û nabê ku ji dets bide, ji ber ku hemû pêkhateyên welat beşdarî hikûmetê ne, lewma divê wê derfetê ji dest nede û hemû arîşeyan çareser bike.”
Basnews
