• Sunday, 15 February 2026
logo

Endamê şanda Îmraliyê, Onder: Ji bo aştiya mayînde tenê 5-6 meh lazim e

Gulan Media October 23, 2014 Nûçe
Endamê şanda Îmraliyê, Onder: Ji bo aştiya mayînde tenê 5-6 meh lazim e
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder ragihand, desteya hevkar a Ocalan ku wek “sekretariya” tê zanîn dê ji 5 kesan pêk were û dê hefteya bê dest bi karê xwe bike. Onder wiha got, eger karûbar baş pêşve biçin “tenê 5-6 meh” ji bo çekdanîna heta hetayî lazim e.

Parlamenterê HDPê û endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder, li ser pêvajoya çareseriyê ji CNN Turkê re axivî.

Onder li ser nexşerêya pêvajoya got, di nexşerêyê de avakirina komîsyoneke çavdêr, başkirina rewşa girtîgeha Ocalan û avakirina sekretariyetekî ji bo Ocalan heye.

Sirri Sureya Onder li ser avakirina sekretariyetê got, sekretariyet dê ji 5 kesan pêk were ku jibilî endamên şanda Îmraliyê, Hevserokê DBPê Hatîp Dîcle û jinek jî tevlî bibin û da zanîn, sekretariya dê ji hefteya bê de dest bi kar bibe.

Wî endamê şanda Îmraliyê tekez kir ku divê şert û mercên Ocalan bên guhertin çimkî ew “garantorê aştiyê” ye û divê “mîna reşka çavên xwe” lê binêrin.

Onder behsa avakirina komîsyoneke çavdêr ji bo şopandina pêvajoyê jî kir û got, ew komîsyon dê ji nav endamên Komîsyona Aqilmendan û hinek kesin din pêk were.

Li gorî Onder, eger karûbarên baş pêşve biçin tenê 5-6 ji bo çekdanîna heta hetayî û pêkhatina aştiyê lazim e.

Parlamenterê HDPê Onder her wiha got ku hikûmet û artêşa Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê nakok in û wiha axivî: “Di vê mijarê de her li dijî hev in.”

Rudaw
Top