Erdogan: Min ji Obama re got bila Pêşmerge derbasî Kobanî bibin
Erdogan duh beriya ku ber bi Letonyayê ve bi rê bikeve, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye qebûl nake ku Amerîka alîkariya PYD û PKKê bike û wiha axivî:
“Hevkarî bi Artêşa Azad a Sûriyê û Pêşmerge re em tiştekî nabêjin. Li Kobanî dê hêza wan tenê têra du rojan dike. Lê em dibînin ku berdevk û merdevkên Wezareta Derve ya Amerîkayê derdikevin hinek tiştan dibêjin ew tiştî jî di medyayê de deng vedide.”
Li gorî Erdogan, Amerîka her alîkariya ku ji PYDê re bike mîna wê ye ku alîkariya PKKê kiribe ji ber wê jî ew neçar dimînin li dijî vê yekê derbikevin.
Recep Tayyip Erdogan li ser wan çekên ku bi paraşûtan ji Kobanî re hatibûn şandin lê beşek ji wan ketibû destê DAIŞê jî axivî û wiha got:
“Ew dîmenên ku li ser înternetê hatine belavkirin, me dît. Dibêjin ew çekên ku şandine hemû ketine destê PYDê lê herî dawî wan jî qebûl kirin ku beşek ji wan çekan ketine destê DAIŞê. Operasyoneke wiha nayê vegotin û behskirin çimkî derket holê ka hûn pişta kîjanê digirin û alîkariya kîjanê dikin.”
Erdogan rexne li Amerîkayê kir ku li şûna ku bi rêyên saxlem re çek derbasî Kobanî bike “li ber çavên xelkê” re ev kar kiriye ji ber wê jî beşek ji wan çekan ketine destê DAIŞê.
Li ser şandina hêzn Pêşmerge bo Kobanî jî Erdogan got ku wî ji Obama re pêşniyar kiriye ku bi rêya Tirkiyeyê re hêzn Pêşmerge debasî Kobanî bibin.
Rudaw
