Barzanî: Peymana Dihokê bo dijminan bersiv e!
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser avakirina rêferanseke siyasî, rêveberiya rojava û avakirina hêzeke hevbeş li hev kirin,bi rêvebiriya Serok Mesûd Barzanî îmze kirin.
Li gorî agahiyên malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peyman îmze kirin Barzanî got, “Serkeftinek a kurdan ya herêmeke serkeftina hemû kurdan ne. Ç i ji dest me bê em dikin.”
Mesûd Barzanî ragihand ku peymana li Dihokê hatî imzekirin ji bo kurdan gelekî girîng û dirokî ye û wiha domand:
“Ev peyman bersiv e bo dijminên ku yekîtiya kurdan naxwazin û navbera wan xira dikin.”
Weke tê zanîn partiyên siyasî û hewldanên Rojavayê Kurdistanê piştî 9 rojan civiyan li ser avakirina rêferanseke siyasî, rêveberiya rojava û avakirina hêzeke hevbeş li hev kirin û imzekirin.
Endamên referansê (lêvegerê) dê ji 30 kesî pêk bên ku 12 dê ji TEV-DEMê û 12 jî ji ENKSê dibin.
Ew 6 kesên ku mane jî dê ji aliyê wan 24 kesên destnîşankirî ve bên hilbijartin.
Rudaw
