• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê derbên mezin li terorîstan dan

Gulan Media October 23, 2014 Nûçe
Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê derbên mezin li terorîstan dan
Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê derbên dijwar li terorîstên DIŞIê dan.

Di vê derbarê de jêderekî leşkerî ragehand ku duh terorîstên DIŞIê li bendava Mûsilê xwestên êrîşî hêzên pêşmerge bikin lêbelê hêzên pêşmerge bi dijwarî besifa wan êrîşan dan û êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirin.

Heman jêder eşkere kir ku di encama êrîşên hêzên pêşmerge de li devera Telhe Frmandarekî deverê yê terorîstên DIŞIê ê bi navê Ebdulbarî Heqawî yê ku berpirsê leşkerî ya terorîstan li devera Telheyê de bû hatiye kuştin.

Ev jêder eşkere kir ku terorîstê kuştî yek ji berpirsên kuştin û ser jê kirina xelkê ya terorîstên DIŞIê ye û jiber dilreqî û terorîstiya xwe navûdeng derkiriye lê îro ji aliyê hêzên pêşmerge ve li gel hijmareke terorîstên din hatiye kuştin ku yek ji wan jî Cîgirê Ebû Qehtan bûye û navê vî jî Mahir Ebû Casim bûye.

Ji aliyeke din ve her di derbarê êrîşên hêzên pêşmerge yên bo ser terorîstên DIŞIê de jêdereke din ya leşkerî eşkere kir ku di wan çend rojên derbasbûyî de jiber xirab bûna rewşa hawîrdorê û barîna baranê terorîstên DIŞIê xwestine fêde ji rewşê werbigirin û êrîşî hêzên pêşmerge bikin lêbelê hêzên pêşmerge karîne bersifa wan êrîşan bidin û li tevahiya eniyên şer de derbên dijwar li terorîstan bidin.
Top