• Sunday, 15 February 2026
logo

Şandina Pêşmerge bo Kobanî gavek dîrokî ye

Gulan Media October 23, 2014 Nûçe
Şandina Pêşmerge bo Kobanî gavek dîrokî ye
Duhî Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzê Leşkerî Mesûd Barzanî, biryara şandina Hêzên Pêşmerge bo bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê pejirand, ew jî bi mebesta pêşkêşkirina piştevaniyê bo şervanên kurd li dijî çekdarên DAIŞê.


Biryareke dîrokî bi piraniya dengan hat pejirandin

Pejirandina biryara hejmar 28 a sala 2014 bi dengê hemû fraksiyonên nava Parlamentoyê, her wiha rêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Dihokê di vê rewşê de, bi serkeftineke siyasî û mezin tên zanîn. Niştîman û neteweya kurd niha hemû li hêviya serkeftina leşkerî ne û hemû cîhan jî li hêviya çûna Hêzên Pêşmerge ne bo bajarê Kobanî.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed Sadiq piştî pejirandina wê biryarê pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û wiha got: Ev cara yekê ye ku Herêma Kurdistanê hêza leşkerî dişîne parçeyekî din ê Kurdistanê.


Cara yekê ye ku Pêşmerge sînorên navdewletî derbas dike

Şandina Hêzên Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanî di demekê de ye ku 41 sal e ku ti hêzekî leşkerî û ewlekarî ji Iraqê neçûye derveyî sînorê wî welatî û sînorên navdewletî derbas nekirine.

Berê hêzên çekdarî yên partiyên Kurdistanî hevkariya birayên xwe li parçeyên din ên Kurdistanê dikirin, lê niha Herêma Kurdistanê wek beşek ji pergala siyasî û serwerî û berevaniya Iraqê ye û Hêzên Pêşmerge jî wek ku di destûra Iraqê de amaje pê hatiye kirin, “Pasewanên Herêma Kurdistanê” ne û welatên cîhanê Pêşmerge wek komekî çekdarî û neyar nabînin ji ber ku şandina alîkariyên leşkerî ji bal wan welatan ve wek mameleyeke qanunî û fermî ligel Herêma Kurdistanê û hêza wê ya leşkerî “Pêşmerge” ye.

Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî bi biryarekî qanunî û di bin fermandariyeke desturî de ye, ku beşeke ji pergala siyasî ya Iraqê. Iraq jî ev 41 sal e ku ti hêza leşkerî neşandiye derveyî sînorê xwe. Ji sala 1963 ve cara yekê ye ku hêzeke leşkerî ji Iraqê bo karekî leşkerî diçe welatekî din ku endamê Neteweyên Yekbûyî de. Ev cara yekê ye ku Hêzên Pêşmerge derbasî Tirkiyeyê bibin û ji wir jî derbasî bajarê Kobanî bibin û bi vê yekê sînorê 2 welatan derbas bikin.


Iraq di şerê sala 1948 de beşdar bû

Piştî ku artêşa Iraqê sala 1921 hat avakirin, bo tevlîbûna şerê Filistînê li dijî Îsraîl di 29ê Nîsana 1948 de hêzek ku ji 2 hezar û 500 serbaz û bi fermandehiya Emîd Mihemed Zubeydî bo rojhilatê welatê Urdunê hat livandin ku ji yekîneyekî zirhî pêk hatibû ku ew jî ji 32 tank û 12 top pêk dihat.

Iraq di şerê sala 1967an de beşdar bû

Sala 1967 dîsa Iraq tevlî şerê navbera ereban û Îsraîlê bû ku di vî şerî de welatên erebî mezintirîn şikestina leşkerî xwarin û beşek mezin ji welatên Sûriyê, Urdin, Misir û tevhiya Filistînê ket destê Îsraîlê. Di vî şerî de 32 balafirên Iraqê li ser sînorê Urdinê ji aliyê Îsraîlê ve hatin têkbirin.

Iraq di şerê sala 1973 de jî beşdar bû

Li sala 1973 Iraqê hêzên xwe yên bejayî û asmanî ber bi Sûriyê ve livand ku hêzên asmanî li bajarê Sîna yê Misrê hevkariya artêşa Misrê kirin li dijî artêşa Îsraîlê.

Di vî şerî de 323 serbazên Iraqî hatin kuştin û 137 tank û otombîlên leşkerî û 26 balafirên şer ji aliyê Îsraîlê ve hatin têkbirin.

Di her sê şeran de çendîn serbazên kurd jî di nava artêşa Iraqê de beşdar bûn û beşek ji wan bûn qurbanî.

Piştî derbasbûna 41 sal bi ser wî şerî de, Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê diçin Rojavayê Kurdistanê û hevkariya şervanên YPGê dikin li Kobanî, ku ev çend hefte ye berevaniyê di ber bajarê xwe de dikin.


Wezareta Pêşmerge serperiştiya şandina Hêzên Pêşmerge dike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir piştî pejirandina biryara şandina Hêzên pêşmerge bo Kobanî wiha got: Çiqas pêwîst be emê wiqasî pêşmergeyan bişînin û çi çek jî pêwîst bike emê ligel wan bişînin û heta ku pêwîst be jî emê pêşmergeyan li wir bihêlin.


Hêzên Pêşmerge dê sînorê 2 welatan derbas bikin

Li gor Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdiatnê Cebar Yawer ku ji Rûdawê re ragihand: “Ew hêza ku dê biçe Kobanî dê hêzeke piştevaniyê be û bi çekên nîvgiran, lê corê wan çekan û dema çûna wan û hejmara wan Pêşmergeyan ji ber sedemên ewlehiyê nayên eşkerekirin.”

Cebar Yawer tekez kir ku, “Tirkiyeyê daxwaz ji me kir ku nasnameyên Pêşmergeyan ligel wan be û corê wan çek û otombîlan jî bidin wan da ku asankariyê ji me re bikin di derbas bûnê de.”

Rudaw
Top