Serok Barzanî daxwaza îzna Parlementoyê dike
Serokê Kurdistanê daxwaz ji Parlementoyê kir giftûgo li ser şandina hêzên pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê bike.
Di vê derbarê de Serokê firakisyona ( PDK) Omîd Xweşnaw ragehand ku duh danê êwarê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nameyek ji parlementoya Kurdistanê re şandiye.
Xweşnaw eşkere kir ku Serok Barzanî di vê nameya han de daxwaz ji Parlementoyê kiriye daku di civîna xwe ya sibê de giftûgo li ser şandina hêzên pêşmerge ji Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê bike û di vê derbarê de îzna xwe derbike.
