• Sunday, 15 February 2026
logo

Heyder Ebadî li gel Hesen Ruhanî civiya

Gulan Media October 22, 2014 Nûçe
Heyder Ebadî li gel Hesen Ruhanî civiya

Serokwezîrê Îraqê li Tehranê li gel Serokkomarê Îranê civiya.

Piştî serdana xwe ya bo Îranê duh Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî li Tehranê li gel Serokkomarê Îraqê Hesen Ruhanî civiya.

Di civîna han de her du alî hevdem li gel giftûgo kirin li ser şerê terorîstên DIŞIê de behsa peywendiyên navbera Îran û Îraqê di warê siyasî, abûrî, bazirganî û çendîn warên din kirine.

Herwiha beriya civîna xwe ya li gel Ruhanî, Ebadî li gel Cîgirê yekem yê Ruhanî jî civiya bû û di civîna han de Rayedarên Îranê eşkere kirine ku Îran heta dawî hevkariya Îraqê dike
Top