• Monday, 16 February 2026
logo

Li nêzîkî Zûmar û Bendava Mûsilê 73 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media October 22, 2014 Nûçe
Li nêzîkî Zûmar û Bendava Mûsilê 73 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve li nahiyeya Zûmarê êrişên DAIŞê pûç kirin û 13 çekdarên wan kuştin. Herwiha li eniya Xazirê jî şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.

Jêderekî pilebilind ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê duhî li gundên Hemegul, Şikak û Kanî Şêrîn li başûr û başûrê rojavayê Zûmarê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge û heta derengiya şevê jî şer û pevçûn berdewam bû.”

Wî çavkanî wiha domand: “Ji aliyê gundê Sehlic ku dikeve nêzîkî devera Çeldaran, çekdarên DAIŞê êrişek birin ser Bendava Mûsilê lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û 13 çekdarên wan kuştin û bêhtirî 20 kesan jî birîndar kirin.”

Wî çavkanî da zanîn ku, “Termên wan 13 çekdarên kuştî di navbera herdu aliyan de man. DAIŞ car car êriş dike da ku termên çekdarên xwe bi dest bixe, lê Hêzên Pêşmerge li wan didin û nahêlin ku bighên termên xwe.”

Li gorî agahiyên wî çavkanî, “Şevê din balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyonên asmanî li dijî çeperên DAIŞê li nêzîkî Zûmar û Bendava Mûsilê pêk anîn û di encamê de bêhtirî 40 çekdar hatin kuştin û derdora 60 çekdar jî birîndar bûn.”

Nahiyeya Zûmarê dikeve bakurê rojavayê bajarê Mûsilê û Bendava Mûsilê jî dikeve rojhilatê Zûmarê.

Herwiha Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê û Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Başîkê Îsmet Receb ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê ji çend aliyan êriş kirin ser Çiyayê Zertikê û gundê Hesen Şam lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew şikandin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama wan topbaranên DAIŞê de çend pêşmerge birîndar bûne lê ti pêşmergeyek şehîd nebûye.

Rudaw
Top