Aliyên Rojava li hev kirin
Peymanerê Rûdawê yê li Dihokê civîna partiyên siayasî yên Rojavayê Kurdistanê dişopîne ragihand ku ENKS û TEV-DEMê li ser 3 xalan li hev kirine.
Li gorî agahiyên peyamnerê Rûdawê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê li ser xalên; rêvebiryek hevbeş, hezek hevbeş û li ser lêvegera siyasî li hev kirine.
Hat zanîn xalên li ser hatîn lihevkirin dê sibe bên îmzekirin.
Herdu alî dê sibe bi daxuyaniyekê encama hevdîtinan parve bikin.
Duhî sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ku di heman demê de endamê ENKSê ye ji Rûdawê re ragihandibû ku di birêvebiriya hevbeş de navê kantonan nemîne û tekez kiribû ku herdu alî li ser pêşxistina birêvebiriya niha ya Rojava li hev kirine.
Civînên navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li aliyekî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li aliyekî din roja sêşemê (14.10.2014) bi serperiştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kirin da ku herdu alî nakokiyên xwe bidawî bînin û di wan civînan de ji bilî xala avakirina birêvebiriyeke hevbeş, herdû xalên pêkanîna lêvegereke siyasî û avakirina hêzeke hevbeş tên gotûbêjkirin.
Rudaw
