• Sunday, 15 February 2026
logo

Pentagon: Heta niha jî tirsa ketina Kobanî heye

Gulan Media October 22, 2014 Nûçe
Pentagon: Heta niha jî tirsa ketina Kobanî heye
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand, her çiqas beşek mezin ji bajarê Kobanî di destê hêzên kurd de ye lê dîsa jî îhtimala ketina bajêr heye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby, îro di civîneke rojnamevanî de li avahiya Pentagonê li ser rewşa Kobanî agahî da û ragihand, li Kobanî êrişên hewayî li dijî DAIŞê didomin û dê bidomin jî.

John Kirby diyar kir ku her çiqas piraniya Kobanî di destê şervanên kurd de ye lê dîsa jî tirsa wê heye bajar bikeve destê DAIŞê û wiha got: “Çimkî rewş li wir zû zû tê guhertin. Ji ber wê jî heta niha jî tirsa ketina bajêr heye.”

Li ser wan dîmen û vîdyoyên ku nîşan didin çekên ku Amerîka bi paraşûtan ji şervanên kurd ên li Kobanî re şandibû, ketine destê DAIŞê jî berdevkê Pentagonê ragihand, ew li ser wan dîmenan lêkolîn dikin.

John Kirby da zanîn ku ew dîmen nû hatine belavkirin lê pisporên Pentagon û Fermandehiya Navendî ya Artêşê (CENTCOM) li ser rastî û nerastiya wan dîmenan lêkolîn dikin û dê di demek kurt de encamên wê eşkere bikin.

Kirby got ku şandina alîkariyan bi rêya hewayî bo Kobanî pir rêbazeke serkeftî bûye û ragihand, beriya niha ji bo Şingal û Amirliyê jî bi vî rengî alîkarî gihandibûn destê xelkê wir.

Li gorî agahiyên berdevkê Pentagonê, ew alîkariyên ku ji Kobanî re hatin şandin bi 28 pakêtan hatin şandin lê pakêtek bi xeletî ketibû cihê ku çekdarên DAIŞê lê bûn.

Lê CENTCOMê ragihandibû ku ew pakêta ku ketibû aliyê DAIŞê ji aliyê balafirên şer ve hatiye jinavbirin.

Wî rayedarê Pentagonê anî ziman ku heta niha 425 milyon dolar bûye xercê êrişên hewayî yên li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê hatine kirin.

Rudaw
Top