• Sunday, 15 February 2026
logo

Salih Mislim spasiya serok Barzanî kir

Gulan Media October 21, 2014 Nûçe
Salih Mislim spasiya serok Barzanî kir
Hevserokê PYDê Salih Mislim piştî hevdîtina digel Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand, vebûna rê ji bo şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî serkeftina dîplomasiya kurdî ye. Li ser şandina çekan jî Mislim got, ji bo me gel girîng e çek yên gelê Başûr in lê rola birêz Mesûd Barzanî di vê yekê de mezin bû.

Hevserokê PYDê Salih Mislim, piştî ku digel şanda Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê civiya, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Salih Mislim, anî ziman ku wî ji bo ku spasiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bike, serdana parlamentoyê kiriye.

Hevserokê PYDê li ser şandina çekan bo Kobanî û nakokiyên ku li ser vê yekê di navbera PDK û YNKê de derketiye jî got, ji bo me gel girîng e çek yên gelê Başûr in lê em dizanin ka birêz Mesûd Barzanî ji bo vê yekê çi kir. Em tenê spasiya wan dikin vêca kî şandibe.

Mislim li ser wan îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê ji PYDê xwestiye şerê rêjîma Beşar Esed bikin jî wiha got: “Ev propaganda ne, ev tiştên derew in.

Rûdaw
Top