Wezîrên Pêşmerge û Navxwe li ser şandina hêz bo Kobanî di civînê de ne
Piştî ku Tirkiye razî bû rê bide hêzên Pêşmerge derbasî Kobanî bibin, vêca Herêma Kurdistanê li ser çawaniya şandina hêzên Pêşmerge gotûbêj dike.
Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û komek berpirsên leşkerî û îdarî yên Kurdistanê di civînê de ne û li ser şandina hêz bo Kobanî gotûbêj dikin.
Helgord Hîkmet da zanîn, di civînê de dê diyar bibe ka çiqas hêz, kînga û çawa bo Kobanî bên şandin.
Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku ew hêzên Pêşmerge yên ku dê biçin Kobanî, dê çekên giran bi xwe re bibin çimkî şervanên YPGê pêwîstiya wan bi çekên giran heye.
