• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ, 7 pêşmerge û 2 jinan direvîne

Gulan Media October 21, 2014 Nûçe
DAIŞ, 7 pêşmerge û 2 jinan direvîne

Çekdarên DAIŞ di êrişên xwe li ser Qeretepe de, heft pêşmerge û 2 jin jî ku ereb û Tirkumanên Şî`e bûne revandine û niha jî hêzên pêşmerge hemû ew navçe kontrol kirine ku duh DAIŞ xistibûn jêr kontrola xwe.

Endamê encûmena şaredariya Qeretepe Selah Baban ji Xendanê re ragihand: Duh di destpêka êrişa DAIŞ li ser navçeyên Qeretepe, çekdarên DAIŞ heft pêşmerge û 2 jin ji gundê Elî Serayî revandine.
Amaje bi wê yekê jî kir ku ewên hatine revandin ereb û Tirkuman ên Şîe bûne û bi şev li malên xwe bûne û got: Şopa ew kesên hatine revandin û çi xeber li ser wan nîne.

Selah Baban teqez kir ku hêzên pêşmerge karîne gundê Tatran ku duh DAIŞ hatibûn nava wê li gel gundê Lehîb ji destê çekdaran derbixin.

Ji aliyê xwe ve fermandarê polîsê Diyale bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên wan bi hevkarî û hevbeş li gel hêzên pêşmerge karîne êrişên DAIŞ bo ser gundên Qeretepe bişkînin.

Ew jî aşkira kir ku hêzên wan karîne di wê êrişê de 10 çekdarên DAIŞ bikujin û çendîn otombêlên wan jî biruxînin, her weha karîn otombêlekî şaredariyê jî ku DAIŞ bo teqandina wê bi welatiyên Qeretepe de amade kiribû jinav bibin.


Xendan
Top