Emerîka: PYD, di lîsteya terorê de nîne
Cîgira berdevka fermî ya wezareta derve a Emerîka ragihand ku welatê wê PYD û PKK weku du rêxistinên cuda dibîne. Her weha diyar kir ku navê Partiya Yekîtiya Demokrata PYD ne di lîsteya terorê de ye.
Marie Harf, cîgira berdevka fermî ya wezareta derve a Emerîka ragihand ku li gor yasayên Emerîkayê PYD û PKK du rêxistinên cuda ne û got: Alîkarîkirina rêxistineke Kurd weku PYD ku şerê DAIŞ dike gelekî giringe û me ev baweriya xwe jî bi Tirkiyê re parve kir.
Harf got: Em dizanin ku di navbera PYD û PKK de girêdanek heye, lê belê PYD di lîsteya terorê a Emerîkayê de nîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyaniya Emerîkayê piştî wê yekê hat ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihandibû ku çi cudahî di navbera PYD û PKK de nîne û her du rêxistin bi terorê bi nav kir hatiye.
Jêder: Radikal
