• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bêyî çekên giran têkşikandina terorîstan zehmete

Gulan Media October 21, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Bêyî çekên giran têkşikandina terorîstan zehmete
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Konsulusê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê civiya.

Duh li Dihukê Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kanadayê yê li Bexda û Urdinê Bruno Saccomani kir.

Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya eniyên şer û pêşrewiyên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê û herwiha pêdiviyên hêzên pêşmerge hate nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got: Pêşmerge hêza yekane ya cîhanê ye ku li dijî terorîstên DIŞIê li pişrewî deye û tekez li ser girîngiya dabîn kirina çekên giran û amûrên pûç kirina mayînan bo hêzên pêşmerge kir.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya hevdîtina han de got: Ew şer şereke navnetewiye û lazime tevahiya aliyan tê de roleke girîng bilîzin û bêyî çekên giran û pêşkeftî têkşikandin û ji navbirina terorîstan ne asane jiber ku DIŞI hîn jî li Sûriya û Îraqê xwedan hêz û karînên êrîş kirinê ye û ew şera han vê bidome.

Di berdewamiya hevdîtina han de Saccomani jî jiber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Mesrûr Barzanî kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de vê hevkariya Kurdistanê bike.

Saccomani herwiha behsa peymana ku di navbera Kanada û wezareta pêşmerge de hatiye îzme kirin û anî ziman ku weke Kanada vê di nava hevpeymaniya cîhanî de li dijî terorîstên DIŞIê roleke girîng bilîzin û beriya niha jî Parlementoya Kanadayê biryar daye daku di warê asmanî de beşdariya hevpeymaniya cîhanî bo şerê dijî terorîstên DIŞIê bike.

Di dawiya hevdîtinê de her du alî behsa dabîn kirina hevkariyên însanî bo penaberên ku li Kurdistanê dene ji aliyê Kanadayê ve kirin.
Top