• Sunday, 15 February 2026
logo

Ragihandina nêzîkî PKK: 40 xortên Helebceyê tevlî refên gerîla bûne

Gulan Media October 21, 2014 Nûçe
Ragihandina nêzîkî PKK: 40 xortên Helebceyê tevlî refên gerîla bûne
Li gor jêderên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), 40 xortên bajêrê Helebçe ya li Başûrê Kurdistanê tevlî refên gerîlayên evê partiyê bûne.


Li gor agahiyên ajanseke ragihandinê ku ser bi PKKê ye, “40 xortên Helebçeyê bûne gerîlayên PKKê û niha li dijî DAIŞê şer dikin.”

Herwiha wê ajansê ragihand ku, “Ew 40 xortên bajarê Helebce, keç û xort in.”

Derbarê çawaniya tevlîbûna wan di nava gerîlayên PKKê de, wê ajansê da zanîn ku, “Niha rê vekiriye, her kes dikare biçe Qendîlê yan Rojavayê Kurdistanê.”

Herwiha di wê nûçeyê de hatiye ku, “Helwesta wan xortan piştî wê yekê hat, ku çendîn xwepêşandan li Herêma Kurdistanê wek piştevaniya Başûrê Kurdistanê bo Kobaniyê li dijî çekdarên DAIŞê hatin pêk anîn û tê de Partiya Çareseriyê û xortên welatparêz bang li xortan kirin, ku parastina welatê xwe bikin, vê yekê jî bandora xwe li wan xortan kir ku tevlî refên PKKê bibin.”

Rudaw
Top