• Sunday, 15 February 2026
logo

PYD daxuyaniyên YNKê derbarê şandina çekan de red dike

Gulan Media October 20, 2014 Nûçe
PYD daxuyaniyên YNKê derbarê şandina çekan de red dike

PYD bi rêya weşandina daxuyaniyeke nivîskî daxuyaniyên YNKê red kir.

Piştî ku îro yekemîn karwana hevkariyên leşkerî yên hikûmeta Kurdistanê bi hewldanên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û bi rêya balefirên Amerîkayê ji bo Kobanê hate weguhastin, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê eşkere kir ku ev çekên han yên hêzên dije teror yên ser bi YNKê ne û xwest bi vê rengî rûya xwe di nava raya giştî ya Kurd de xweş bike.

Lêbelê partiya yekîtiya demokratîk ( PYD) yaku li Rojavayê Kurdistanê ev hevkariyên leşkerî wergirtiye ragehand ku hevkariyên han ne yên aliyekî ne belku hevkariyên hikûmet û Serokatiya Kurdistanê ne.

PYD di beşeke din ji daxuyaniya xwe de jiber hewldanên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî spasiya Serok Barzanî kiriye û herwiha destxweşiyên xwe jî pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kiriye.
Top