Daxuyaniya SHK ya di derbarê beyannameya YNK ya di derbarê gihandina hevkariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo Kobanê
Tekez li wê yekê dikin ew hevkarî bi navê gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê hatine şandin û hîç pêwîst nebû Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li vê demê da vê muzayedeyê bike.
Pêwîste jî ewe bê zanîn ku hemû xelkê Kurdistanê bi Kobanê ve peroş û mijulin neku tenê YNK.
Her li vî derbarî de Wezareta Bergiriya Amerîka daxuyaniyek belav kiriye ku têda bi rûnî hatiye eşkere kirin ew hevkariyên ku firokeyên Amerîka gihandiyane Kobanê yê Herêma Kurdistanê bûye.
Hêjayî gotinêye ew çek û teqemeniyên ku hatine şandin ji 21 tonan pêkhatiye û hemû li firokxaneya Hewlêrê hatiye bar kirin û bi 28 pereşût li ser Kobanê hatine avêtin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.10.2014
