• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Germiyanê zanîngeha Çermo tê vekirin

Gulan Media October 20, 2014 Nûçe
Li Germiyanê zanîngeha Çermo tê vekirin
Wezîrê xwandina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Yusif Goran di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got: Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê li ser vekirina zanîngehek nû ya hikûmî li devera Germiyan razî bûye.

Wezîrê xwandina bala got ku, ew zanîngeh dê bi navê Zanîgeha Çermo be û li bajarê Çemçemalê bê vekkirin û dema ew zanîngeh dest bi karê xwe bike dê xwendekarên Germiyan û derdûra wê û xwendekarên deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê werbigir e.

Yusf Goran di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku, serokwezîrê herêma Kurdistanê fermana damezrandina zenîngehê îmza kiriye û ew kolêj û fakulteyên nuha li çemçemalê hene hemû dê bikevin di çarçoveyê wê zanîngeha nû de û ew zanîgeha dê fişara li ser zanîngehên din yên herêma Kurdistanê kêm bike û li şûna xwendekarên wê deverê biçin li zanîngehên li bajarên din yan li zanîngehên Îraqê bixwînin dê li zanîngeha devera xwe berdewamiyê bi xwandina xwe bidin.
Vekirina zanîngehek nî li devera Germiyan dê deverê di warê jêrxaniya zanistî û akademîkî jî de pêş bixe.


Top