şereke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û terorîstan de qewmî
li Qeretepe şereke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de qewmî.
Îro terorîstên DIŞIê bi tundî êrîşî devera Qeretepe û çend gundên derdor kirin lê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi tundî bersifa êrîşên terorîstan dan û şereke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de qewmî.
Her çend ev şerê han hîn jî didome lê jêderên leşkerî eşkere kirin ku hêzên pêşmerge karîne derbên dijwar li terorîstan bidin û pêşiya pêşrewiya wan û dagîr kirina gundên deverê ji aliyê terorîstan ve bigrin.
