• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê gihandina çek û hevkariyên Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê

Gulan Media October 20, 2014 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê gihandina çek û hevkariyên Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê
Piştî wan hewldanên berdewamiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo palpiştîkirina Kobanê û Rojavayê Kurdistanê û her wiha biryara bombebarankirina baregeh û molgehên Da'îş li Kobanê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve, berî sibehiya îro dûşem 20.10.2014 çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bi firokeyên Amerîkiyan ve gihîşte bajarê Kobanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê spasiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dike ji bo gihandina çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê li rêya asmanê ve ji bo Kobanê, bo ku ew qehremanên li Kobanê bergiriyê dikin bikarin sûd ji wan çek û hevkariyan werbigrin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.10.2014
Top