Fermandarekî artêşa Îraqê hate kuştin
Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku îro Fermandarê lîwaya 8 ya artêşa Îraqê Qeyis Tirkî li devera Amiriye ya ser bi bajarê Romadî ve di encama êrîşeke întîharî de hatiye kuştin.
Ji aliyeke din ve jî Serokê civata devera Amiriye Mehmûd Şakir diyar kir ku terorîstên xwekuj xwe û tirimbîla xwe ya bombekirî bi karwana hêzên lîwaya 8 ya artêşa Îraqê re teqandiye û di encam de Fermandarê vê lîwayê hatiye kuştin.
