• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandarekî artêşa Îraqê hate kuştin

Gulan Media October 20, 2014 Nûçe
Fermandarekî artêşa Îraqê hate kuştin
Fermandarê lîwaya 8 ya artêşa Îraqê hate kuştin.

Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku îro Fermandarê lîwaya 8 ya artêşa Îraqê Qeyis Tirkî li devera Amiriye ya ser bi bajarê Romadî ve di encama êrîşeke întîharî de hatiye kuştin.

Ji aliyeke din ve jî Serokê civata devera Amiriye Mehmûd Şakir diyar kir ku terorîstên xwekuj xwe û tirimbîla xwe ya bombekirî bi karwana hêzên lîwaya 8 ya artêşa Îraqê re teqandiye û di encam de Fermandarê vê lîwayê hatiye kuştin.

Top