Amerîka bi girîngî li rola hêzên pêşmerge dimizîne
Serokê Amerîkayê dibêje îdareya Washingtonê gelek girîng dide rola hêzên pêşmerge.
Di vê derbarê de Serokerkanê artêşa Îraqê Hoşiyar Zêbarî ku bi mebesta beşdarî kirin di civîna Serokerkanên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de serdana Washingtonê kiribû eşkere kir ku di civînê de bi awayekî berfire behsa çawetiya şerê dijî terorîstên DIŞIê hatiye kirin.
Zêbarê eşkere kir ku her di heman civînê de Serokerkanên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de behsa rola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞI de kirine û Serok Amerîkayê Barack Obama eşkere kiriye ku îdareya Washingtonê hest bi qehremaniya Kurd û rola girîng ya hêzên pêşmerge kiriye û bi girîgnî li rola hêzên pêşmerge dimizîne
