Civata wezîran çend mijarên giring gotûbêj dike
Li bajarê Hewlêrê civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, duh 19.10.2014ê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya û çend pirs û mijarên aktuel di rojeva herêma Kurdistan û Îraqê de nirxandin.
Di destpêka civînê de. Serokwezîr behsa kar û xebatên heftiya borî yên aliyên siyasiyên kurdistanî li ser pirsa beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta federalîya Îraqê û hinartina wezîrên herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir. Di vî warî de serokwezîr sipasiya Komeleya Îslamiya Kurdistanê û emîrê Komeleya Îslamîya Kurdistanê kir ku, ji bona parastina yekrêziya niştimanî di civîn û gotûbêjan de nermîyek baş nîşan de. Serokwezîr tekîd kir ku, siyaseta herêma Kurdistanê piştgirîkirin û hevkarîkirina serokwzîrê Îraqê Heyder Ebadî bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan şandeyeke herêma Kurdistanê ji bo danûstandina diçe Bexdayê.
Li dor cenga dijî terorê û rewşa Kobanî jî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta Kurdistanê rewşa Kobanî dişopîne û her çi ji destê hikûmetê bê dê ji bo Kobanî bike, lê cografiyaya wê rê li gelek tiştan digire, tevî vê jî ji bona hevkarîkirina Kobanî hikûmeta Kurdistanê digel Amerîka û Tirkiyeyê di nav tîkeliyên berdewam de ye û pêşkeftinên baş bi dest ve hatine. Barzanî eşkere kir ku, heta nuha 10 hezar hevwelatiyên Kobanî hetine herêma Kurdistanê û li kampan hatine akincîkirin.
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê îşaret bi rola ber bi çav ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di pirsa parastina yekrêziya niştimanî û rêkeftin li ser dosyeya beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta Heyder Ebadî de kir û got ku, di vî warîde serokwezîr gelek însiyatîv û westiyan di vê dosyeyê de dîtiye û bi navê civata wezîran sipasiya Nêçîrva Barzanî kir.
Di civînê de, wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Kurdistanê raporta kar û çalakiyên wezareta xwe ya taybet bi giriftariyên wergiertina xwendekaran li zanîngeh û enstîtuyên herêma Kurdistanê bo sala xwendinê 2014-2015 pêşkeşî civînê kir. Di raporê de tê xuyakirin ku, rêjeya derçûyên xwendina lîsê gelek ji îmkanên wergirtina zanîngeh û enstîtuyan û pêdawîstiyên herêma Kurdfistanê zêdetir e û ev yek jî wisa dike ku, hemû xwendekarên derçûyên lîsê li enstîtut û zanîngeha neyên wergiretin û careke din weke salên berê pirsgirêka wernegirtina derçûyên lîse serîhilde. Wezareta xandina bala tekîd li ser pêwîstiya danana pilanekê bo destnîşankirina warên xwandinê yên pêwîst bo herêma Kurdistanê û xwendekar ji bo xwandina pîşeyî bên teşwîqkirin.
Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bo xwendinê çi qonaxa destpêkê, yan qonaxa zanîngehê be, divê armanc ji xwendinê bê destnîşan kirin û, mixabin, armanca piraniya wan xwendekarên xwendina xwe timam dikin ew eku, saziyên hikûmetê wan dabimezrîne ku, bêguman ev yek jî armanceke şaş e. Barzanî ew yek jî got ku, felsefeya ku divê hemû yên zanîngehên timam dikin bên teyîn kirin rast nîne û ew yek li tu cîyên dinyayê jî nîne.
Serokwezîr behsa wê yekê kir ku, li herêma Kurdistanê piraniya kar û pîşeyan piştguh xistine ji ber ku, hemû dixwazin zanîngehê timam bikin, kes amade nîne pîşyeke teknîkî yan xizmetgozarî timam bike, ji ber hindê divê stratejîyeke domdirêj ji bo perwerde û xandina bala bê danan daku pêwîstiyên welêt diyar bike û li gor wê stratejîyê bernameya xwendin û wergirtina xwendekaran bê amade kirin. Di vê çarçoveyê de biryar hat dan komîteyek ji bo amadekirina felsefe û siyaseta xwendin û perwerdeyê bê avakirin
Mijara duyem ya civîna civata wezîrên herêma Kurdistanê ku ji aliyê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê xiste ber minaqeşeyê; biryardan li ser reşnivîsa (qanûna anîna dirafî bi rêya qerizkirinê bo herêma Kurdistan-Îraq) bû. Ew reşnivîs behsa pirsa wergirtina qerzê navdewletî dike ku hikûmeta herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar bi hûrî dûvçûnên qanûnî kirine û lêkokîn li ser desthilat û rêpêdanên qanûnî û destûrî bo wergirtina qerzê navdewletî kiriye û digel alî û bankayên nevdewletî gihiştîne wê baweriyê ku, herêma Kurdistanê mafê wergirtina qerzê navdewletî heye. Aliyên qanûnî û ka herêma Kurdistanê dikare hetan çend meblex pere qerz ji bankayên navdewletî werbigire hatin zelal kirin.
Hijmareke wezîran dîtin û têbîniyên xwe li ser reşnivîsa qanûnê ber çav kirin û biryar hat dan li gor wan hemû dîtin û têbînîyan reşnivîsa qanûnê bê amade kirin û pesind kirin û ji bo parlamentoyê bê hinartin.
