• Sunday, 15 February 2026
logo

Artêşa Azad a Sûriyê taxeke bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxist

Gulan Media October 19, 2014 Nûçe
Artêşa Azad a Sûriyê taxeke bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxist
Li gorî dîmeneke vîdyoyî ku li se Youtube hatiye belavkirin, tê dîtin ku hêza bi navê Şem el Şîmal a girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê beşek ji taxa Pîşesaziyê ya bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxistiye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hêdî hêdî hevkarî di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad a Sûriyê de çêdibe.

Tê gotin ku qesta PYDê ji çêbûna vê hevkarî û têkiliyê bidestxistina piştevaniya Amerîkayê ye, bi taybet di vê demê de ku civînên PYD û ENKSê yên li Dihokê bêencam mane.

Rayedarên PYD û TEV-DEMê jî vê yekê tînin ziman ku hevkariya navbrera YPG û Artêşa Azad li Kobanî heye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî Îdrîs Neisan jî ji Rûdawê re gotibû, hevkarî di navbera YPG û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li Kobanî heye.

Rudaw
Top