• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan: Enqere nahêle Amerîka çekan bide YPG

Gulan Media October 19, 2014 Nûçe
Erdogan: Enqere nahêle Amerîka çekan bide YPG
Serokomarê Tirkiyê ragihand ku, ew li dijî wê pilana Amerîkayê ne derbarê şandina çekan de bo şervanên YPG li Rojavayê Kurdistanê.

Îro, 19ê Cotmehê, Recep Tayyip Erdogan aşkere kir ku ew li dijî wan hewlên Washingtonê radiwestin bo şandina alîkariyên leşkerî bo şervanên Kurd li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ev zêdetirî yek mehê ye ew rûbirûyê êrîşên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞê, dibin.

Erdogan ragihand ku, Enqere şervanên YPG wek baskê gerîleyên PKK li Sûriyê dide zanîn, ku ev zêdetirî 30 salî ye ligel Tirkiyê di şer de ne û ji aliyê Enqere ve wek grûpek terorsîtî tê bi nav kirin.

Di vê barê de, Erdogan dibêje: “Ew çekdar her wek PKK ne, em jî ne amadene bi karekî wiha razî bin.”

Şanidna alîkariyên leşkerî bo YPG ji aliyê Amerîka ve karekî dijware dibe, piştî nerazîbûn Tikiryê, eger jî heye ku ev yek peywendiyên navbera Enqere û Washingtonê aloztir bikin.

Hefteya burî, Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir ku, wek yekemîn car pi awayekî rasterast ligel serkirdeyên Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD li Parîsê civiyaye, civîn jî taybet bi şandna çek û teqemeniyan bo şervanên YPG li Rojavayê Kurdistanê bû.

Basnews
Top