Li Serêkaniyê şerekî giran di navbera YPG û DAIŞê de derketiye
Jêderekî ji gundê Til Xinzîrê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê ji Rûdawê re got, ji duh êvarê ve çekdarên DAIŞê êrişî gundê Til Xinzîrê dikin lê şervanên YPGê bersiva wan didin.
Wî jêderî da zanîn ku çekdarên DAIŞê çekên giran jî bikar tînin lê heta niha nekarîne wan gundan bigirin.
Çend roj berê jî YPGê ragihandibû, wan di operasyonekê de li Serêkaniyê 18 çekarên DAIŞê kuştine.
Fermandeyekî YPGê jî gotibû, ew dixwazin ji Serêkaniyê re derbasî Kobanî bibin.
Di navbera Serêkaniyê û Kobanî de Til Ebyed heye ku wek kelha DAIŞê tê zanîn.
Rudaw
