NY pesnê rewşa mafên mirov li Herêma Kurdistanê dide
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY di warê mafên mirov de Îvan Sîmînovîç kir.
Di civînê de Îvan Sîmînovîç pesnê hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji ber pêketinên ku Kurdistanê di warê mafên mirov, dîplomasî, jêrxana aborî, azadiya medya û ramanê, mafên jinan û nehîştina tundiya li dijî wan de kiriye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY diyar ku NY dikare ji bo hemû sazî û navendên hikûmeta Kurdistanê li ser rewşa mafên mirov û hinek mijarên din semînar û workshopan li dar bixe.
Li ser rewşa penaberan jî Îvan Sîmînovîç spasiya Kurdistanê kir ku ewqas penaber di nav xwe de hewandiye û kariye wan biparêze.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê qet înkar nake ku kêmasî hene ji ber ku di vê rewşa niha de kêmasî dê her hebin lê dîsa jî hikûmet hemû hewlên xwe ji bo nehîştina wan kêmasiyan dide û li benda alîkariyên NY ye.
Nêçîrvan Barzanî ji Alîkarê Ban Kî-Moon jî xwest, her kêmasî û binpêkirinek li Herêma Kurdistanê hebe hikûmetê agahdar bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hikûmeta Iraqê jî got, Herêma Kurdistanê pişta hikûmeta nû ya Iraqê digire û hez dike hemû arîşe û nakokî bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Rudaw
