• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekên antî-tank gehiştin Pêşmergeyên Kurdistanê

Gulan Media October 19, 2014 Nûçe
Çekên antî-tank gehiştin Pêşmergeyên Kurdistanê
Serokerkanê Hêzên Pêşmerge behsa şerê Pêşmergeyan û DAÎŞ’ê kir û got ku ew li Zumar û Şengalê li gor plan û taktîkên leşkeri êrişê çekdarênDAÎŞ’ê dikin.

Serokerkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Mehemed derheqê şer û pêşveçûnên di navbera Pêşmerge û DAİŞ’ê de ji BasNewsê re wiha axifî: “Şeva borî balefirên Hêzên Hevpeyman li Zumar binkeyên DAÎŞ’ê bi giranî bombardiman kirin. Di van êrişan de hejmareke zêde ya çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 6 terme xwe li pey xwe bi cîh hiştin û reviyan. Êrişên ezmanî alîkariyeke baş e ji bo pêşveçûn û serkeftina hêzên bejayî.’‘

Serokerkan da zanîn ku çekên anti-tank jî gehiştine destê wan û wiha pêde çû: “Çekên antî-tank doh gehiştin destê me. Bi xêra van çekan em dikarin bi başî li himber DAÎŞ’ê rawestin. Ji ber ku em dikarin bi çekên antî-tank, tank û Hummerên DAÎŞ’ê jinav bibin.”

Mehemed rizgarkirina Şengal û Zumarê bi taktîkên leşkerî ve girêda û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Evna girêdayî taktîkên leşkerî ye û ez nikarim eşkere bikim. Bê guman rewşa hewayê jî faktoreke mezin e, Pêşveçûna Pêşmergeyan asteng dike.”

Basnews
Top