Çekdarên DAIŞê 36000 pez û dewarên xelkê Kobanî dizîn
Çavkaniyê da zanîn ku DAIŞê ew pez û dewar li ser çekdar û alîgirên xwe dabeş kirine û ew weke qurbaniyên cejna Qurbanê ser jêkirine.
Çavkaniyê diyar kir ku Kurdên akinciyên Tebqa red kirin ku wan pez û dewar yan jî goştên wan werbigirin.
Heman çavkaniyê got, ji bilî kurdan gellek hemwelatiyên ereb yên akinciyên bajarê Tebqayê jî red kirin ku wan pez û dewaran yan jî goştên wan werbigirin.
Çavkaniyê diyar kir ku ev helwesta erebên bajarê Tebqa weke protestokirina talankirina malên kurdên Kobanî bû.
Rudaw
