Erdogan: Çima hema tenê behsa Kobanî dikin?
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duh serdana Efxanistanê kir û bi rayedarîn wî welatî re hevdîtin pêk anî.
Di vegerê de Erdogan di nav balafirên de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Di bersiva vê pirsê de ku gelo heta niha Amerîka bi fermî ji Tirkiyeyê daxwaza bikaranîna navenda leşkerî ya Încîrlîkê di şerê li dijî DAIŞê de kiriye yan na, Erdogan wiha got:
“Di mijara Încîrlîkê de heta niha nayê zanîn ka çi ji me dixwazin. Dema ev zelal bû emê wê demê bi yekîneyên xwe yên ewlehiyê re rûnên û binirxînin, eger me baş dît emê qebûl bikin eger me baş nedît emê bêjin na.”
Li ser şerê li dijî DAIŞê û helwesta Tirkiyeyê ya li hember hevpeymaniya navdewletî de jî Erdogan anî ziman ku ku heta ew 4 mercên Tirkiyeyê qebûl nekin Tirkiye ti carî tevlî wê hevpeymaniyê nabe.
Li gorî Erdogan, mercên Tirkiyeyê ev in: Avakirina herêma dijefirrîn, herêma aram, fêrkirin û çekdarkirina hêzên dijbereya Sûriyê, lêdana rêjîma Beşar Esed.
Recep Tayyip Erdogan li ser îhtimala çekdarkirina PYDê ji aliyê Amerîka ve jî wiha got: “PYD û PKK mîna hev in, her du jî rêxistinên terorîstî ne. Ji ber wê jî em ti carî ji bo alîkariyên çekdarî yên Amerîkayê ji rêxistineke terorîstî re nabêjin erê. Bila ti kes ji me vê yekê hêvî neke.”
Serokomarê Tirkiyeyê li ser rewşa Kobanî jî axivî û ragihand, li gorî agahiyan ji aliyekî DAIŞ ji nav bajêr vedikişe lê li aliyekî din bajêr dagîr dike û wiha got: “Lê ez nizanim çima tenê behsa Sûriye û Kobanî dikin? Ji sê pişkan pişkek Iraqê çû çima ji bo vê yekê aciz nabin hema tenê dibêjin Kobanî?”
Li ser rewşa “pêvajoya çareseriyê” û rewşa Ocalan di girtîgehê de jî Erdogan wiha anî ziman:
“Di vir de mirovek heye ku bi zîndana heta hetayî ya girankirî hatiye mehkûmkirin. Ji bo başkirina rewşa jiyana wî çi ji destê dewletê hatiye, kiriye. Ji vê yekê zêdtir êdî nabe. Ma jê re vîllayê taybet nayê çêkirin.”
Debarê vê yekê de ku Ocalan di pêvajoya çareseriyê de wek “sermuzakerevan” bê dîtin jî Erdogan wiha got:
“Tiştên wiha pir metirsîdar in, xeletiyên mezin in. Jixwe şêwirmendê MÎTê diçe pê re rûdinê û li ser hemû tiştekî gotûbêj dike. Lê vê dawiyê hinek tişt hatine guhertin. Îmrali tiştekî dibêje, yên çiyê tiştekî dibêjin, nûnerên wan ên li parlamentoyê tiştekî dibêjin, li aliyekî din jî hinek kes welêt aloz dikin. sibê serokwezîr dê bi aqilmendan re rûnê, ezê jî bi wan re rûnêm. Ma ji vê zêdetir çi dibe. her tişt jê re hatiye dayîn, dixtor, tenduristî her tişt jê re hatiye kirin.”
Li ser îhtimala veguhestina girtîgeha Ocalan jî Erdogan got, tiştekî wisa tine ji ber ku tengaviyên wî cuda ne. jixwe eger hûn lê binêrin ew der girtîgeh nîne!.
Rudaw
