• Sunday, 15 February 2026
logo

Hunermendekî ereb li ser Pêşmerge û Kurdistanê distirê

Gulan Media October 18, 2014 Nûçe
Hunermendekî ereb li ser Pêşmerge û Kurdistanê distirê
Stranbêjê Lubnanî yê ereb Heysem Seid di nûtirîn karê xwe yê hunerî de stranek li ser Pêşmerge û Kurdistanê bi kilîpekê belav dike.

Heysem Seid di daxuyaniyekê de gotiye: Ev çend sal in ku ez li Kurdistanê dimînim û têkeliya min bi xelkên wê re pir bihêz e.

Wî stranbêjê ereb wiha aniye ziman: Rewşa dijwar a ku niha derketiye pêşiya Kurdistanê hîşt ku wek piştgirî û piştevaniyekê ez stranekê li ser pêşmergeyên qehreman û Kurdistanê bêjim.

Derbarê wê stranê de jî wî hunermendê Lubnanî daye zanîn ku helbest vê stranê ji aliyê Ekrem Ebû Xanim ve hatiye nivisandin, Agirîn awaza stranê daniye û karê deng jî li Studyoya Solo li bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin.

Herwiha Heysem Seid gotiye ku klîpa vê stranê ji aliyê Kurd Muzîk Proudotion ve hatiye çêkirin û Emîn Seydo Ezîz derhênertiya wê kiriye.

Klîba han dê di çend rojên bê de li tevahiya dezgehên ragihandinê bê belavkirin.

Rudaw
Top