16 kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn
Di vê derbarê de, peyamnêrê BasNewsê li ser Çiyayê Şingalê Seîd Bapîr da zanîn ku, 16 Kurdên Êzdî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, xwe rizgarkirin û niha gihîştine ser Çiyayê Şinaglê ku, ew jî 6 jinan û 2 keçan û 8 zarok bûn.
Ji aliyê xwe ve, rizgarbûyan daye zanîn ku, çekdarên DAIŞê ew li nav malên bajarokê Teleferê yê ser bi parêzgeha Neynewa ve veşartibûn û ew beriya 3 rojan reviyane.
Li gor ku wan rizgarbûyan ji peymanêrê me re ragihandine, bi sedan jin û zarok li cem çekdarên DAIŞê mane.
Wek tê zanîn, di êrîşên çekdarên DAIŞê de bo ser navçeya Şingalê bi hezaran Kurdên Êzîdî ji aliyên çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin.
Serpêhatiya Kurdên Êzidî û çîroka reva wan ji destê çekdarên DAIŞê, dê di BasNewsê de were belav kirin.
Basnews
