• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrên kurd li Bexdayê sonda yasayî xwarin

Gulan Media October 18, 2014 Nûçe
Wezîrên kurd li Bexdayê sonda yasayî xwarin
Di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de berbijêrên wezaretên Navxwe û Parastinê dengê baweriyê wergirt in.

Mihemed el-Xeban bi 197 dengên parlamenteran bû Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Iraqê û Xalid Ubêd jî bi 173 dengan dengê baweriyê wergirt û bû Wezîrê Parastinê.

Herwiha di wê civînê de berbijêrê kurd Dr. Roj Nûrî Şawês bi 190 dengan baweriya parlamenteran wergirt û kursiyê cîgirê duyem ê Serokwezîrê Iraqê wergirt.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Dr. Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro de, 8 wezîran û cîgirê duyem ê Serokwezîrê Iraqê bi rêjeyeke baş dengê baweriyê wergirtin û sonda yasayî jî xwarin.”

Ew berbijêrên ku îro dengê baweriyê wergirtin, ev in:

Dr. Roj Nûrî Şawês - Cîgirê duyem ê Serokwezîrê Iraqê
Xalid Ubêdî – Wezîrê Parastinê
Mihened el-Xeban – Wezîrê Navxwe
Hoşyar Zêbarî – Wezîrê Darayî
Firyad Rewanduzî – Wezîrê Rewşenbîrî
Dr. Derbaz Mihemed – Wezîrê Koç û Koçberiyê
Beyan Nûrî – Wezîra Karûbarên Jinan
Saman Abdula – Wezîrê Dewletê

Rudaw
Top